Narîna biçûk li gundê xwe hat definkirin

Narîna biçûk li gundê xwe hat definkirin

Narîn Gurana 8 salî ku piştî 19 rojan li newalê di nav çewalê de ceseda wê derket, li gundê xwe hat definkirin.

Narîna ku winda bû û doh laşê wê hat dîtin, îro piştî otopsîyê ji birê wê re hat teslîmkirin.

Cenazeya Narîn, bi tevî konwoyekî ji gundê cîran Qerekoçê re hat birin.

Ji nimêja cenazeyê re Walîyê Dîyarbekirê Murat Zorluoglu, temsîlkarên partî, STK û gelek welatî beşdarî bûn.

Miftîyê Bajêr Celal Buyuk, li cîhê cenazeyê axavtinek kir û weha got, “Em di dem û rojekî ku ji însanîyetîya xwe û wijdana xwe fedî dikin de ne. Bi rastî îro niha yê ku li ser nimêjgehê radikeve wijdanê me ye, însanîyeta me ye. Rebbê alemê me însanên xwedî wijdan û bi exlaq bike. Înşaallah em ê wek civakî dîsa însanîyeta xwe li ber çavan derbas bikin û ji nû ve bidin bîra xwe. Înşaallah em di rêya Quran û sinnetê de civakeke biexlaq bin. Narîna me di cennetê de ye, ew mesum e. Hûn baş zanibin ku ew di cennetê de ye. Helbet ji wan kesên ku vê sûcê kirine wê hesab bê pirsîn. Yê ku aîdê dinyayê ye ev e. Lê tirsa min ev e niha em nimêja vê berxikê dikin, gelo em ê çawa hesabê bidin Xwedê? Divê em ji nû ve însanîyet û wijdana xwe li ber çavan derbas bikin. Rebbê alemê bi rehma xwe pê re miameleyê bike.”

Dûre Miftîyê bajêr Buyuk, nimêja cenaze ya Narînê da kirin.

Cenazeya Narîn, piştî nimêjê ji gundê xwe Tawşantepe re hat birîn.

Narîn, li gundê xwe bi tevî lorîn û histran hat definkirin.

Tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarî ya Dîyarbekirê ve hatibû destpêkirin hêj berdewam dike.

Wezîrê Edaletê Tunç îfade kir ku di çarçoveya tehqîqatê de hejmarê binçavîyan derket 24 kesan.

Tunç weha axivî, “Di karê otopsî ya ku ji teref lijneya tip a edlî ya pispor ve hat kirin de, hewceye ku li ser nimûneyên ku hatine girtin lêkolînên kîmyewî, bîyolojîkî, patolojîkî û tiştên dinê bêne kirin. Ji ber vê yekê lêkolîna van nimûneyan a hinekên wan ji teref Serokatîya Koma Tip a Edlî ya Dîyarbekirê ve û hinekên wan jî ji teref Serokatîya Koma Tip a Edlî ya Stenbolê ve bêne kirin û dûre ew ê sedema kesîn a mirinê bê raporkirin. Ew ê kes an jî wan kesên ku bûne sedema mirina qîza me ya Narîn li ber edaletê hesabê bidin û wê nikaribin birevin” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.