Netenyahu: Ew ê ji ewlehîya Xezzeyê îsraîl mesul bibe
Serokwezîrê qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst Bînyamîn Netenyahu, weha got, “Ez ê dev ji kontrolkirina ewlehîya Xezzeyê bernedim.”
Netenyahuyê ku di daxuyanîya çapemenîya ya ku bi Wezîrê parastinê yê qaşo îşxalkeran Yoav Gallant re lidarxist de axivî weha got, “Em ê HAMASê têk bibin, û êsîrên xwe bînin. Heta ku wezîfe dawî nebe em ê nesekinin.”
Netenyahu: “Heta ku çiqas hewce bike ez ê li Xezzeyê bimînim. Ez ê dev ji kontrolkirina ewlehîya Xezzeyê bernedim. Artêşa îsraîlê dorpêçkirina Xezzeyê temam kir. Êdî di zikê bajarê de fealîyetan lidardixe. Li derdorê Nexweşxaneya Şîfayê de ne.”
Netenyahu, got ku ew dayîna bireveberîya Xezzeyê piştî HAMASê ji Mehmud Ebbas re jî qebûl nake. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.