Netenyahu serokên Ereba tehdît kir: Ji bo parastina menfeat û îqtîdara xwe dengê xwe dernexin
Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Bînyamîn Netenyahu, serokên Ereban tehdît kir û got, “Ger ku hûn dixwazin menfeat û îqtîdarên xwe biparêzin divê hûn tiştekî tenê bikin: Dengê xwe dernexin!”
Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Bînyamîn Netenyahu, di civîna çapemenîyê de serokên Ereban, ji ber ku ji êrîşên li Xezzeyê re bertekê nîşan dane hedef girt. Netenyahuyê ku di gotinên xwe de serokên Ereban bi elenî tehdît kir weha got, “Bêdeng bimînin û menfeatên xwe biparêzin”
Netenyahu di tehdîda xwe ya ku di civîna çapemenîyê de lidarxist de weha got:
“Ez ji serokên Ereban re ev tiştê dibêjim. Ger ku hûn dixwazin menfeat û îqtîdarên xwe biparêzin divê hûn tiştekî tenê bikin: Dengê xwe dernexin!” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.