Neteweyên Yekbûyî ji bo qeyranaku îhtîmal e li Yemenê rû bide banga alîkarîyê kir
Koordînatora Karên Însanî ya Yemenê ya Neteweyên Yekbûyî Lîse Grande ji ber minasebeta Roja Alîkarîya Însanî ya Cîhanê daxuyanîyek belav kir.
Lîse di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ger alîkarîya bi lez neyê kirin dibe ku qeyrana însanî derkeve û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ger alîkarî neyê kirin ew ê nîvê xizmetên av û selebê bên qutkirin. Dîsa ger alîkarî neyê kirin îhtîmal e ku alîkarîya tibbî ya ku ji 189 nexweşxane û 2 hezar û 500 klînîkê re tên kirin bê rawestandin.”
Lîse di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir alîkarîya pêwîst ger neyê kirin dibe bi hezaran zarok ji ber nexweşî û kêmbûna erzaqê canê xwe ji dest bidin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.