Neteweyên Yekbûyî:Di keştîya ku li nêzî Lîbyayê binav bû de 45 koçber canê xwe ji dest dan
Di encama keştîya ku li nêzî Lîbyayê di Behra Spî de binavbû de 5 jê zarok 45 koçber canê xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Komîsertîya Bilind a Penabera a Neteweyên Yekbûyî ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 17ê Tebaxê de li nêzî bajara Zuvaraya Lîbyayê keştîyeke ku penaberan vediguhast binavbû. Di encama bûyera ku pêk hat de 5 jê zarok 45 koçber canê xwe ji dest dan û 37 koçber jî hatin rizgakirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.