
Nêzî 130 hezar Filistînî nimêja eşa û terawîhê li Mesîcî Eqsayê kirin
Daîreya Weqfên Îslamî yê Qudsê, daxuyand ku doh êvarê nêzê 150 hezar mirov li Mescîdî Eqsayê nimêja eşa û terawîhê kirin.
Digel hemû astengî û zordarîyên rejima îşxalker a sîyonîst, di roja 14emîn a meha Remezanê de nêzê 130 hezar Filistînî li hewşa Mescîdî Eqsayê nimêjên xwe eda kirin.
Daîreya Weqfên Îslamî ya li Qudsa îşxalkirî, destnîşan kir di şeva çardemîn a meha Remezanê de hejmarê Filistînîyên ku li Mesîcî Eqsayê nimêj kirin gihaşt 130 hezarî. Ev hejmar jî di meha Remezanê de hejmara wek herî zêde hatîye qeydkirin.
Xeyn ji vê agahîyê hat diyarkirin ku hêzên rejima îşxalker li noqteyên kontrolê jî astengîyan derxistîye ku bila Misilmanan neçin nimêjên xwe nekin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.