Trump êrîşeke mezin li ser Tevgera Ensarullah da destpêkirin

Trump êrîşeke mezin li ser Tevgera Ensarullah da destpêkirin

Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrîşek mezin li dijî Tevgera Ensarullah a Yemenê pêk anîne.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşa hewayî ya li ser Sanayê de 9 sivîl şehîd bûne û gelek jî birîndar bûne.

Trump piştî êrîşê daxuyanî da û bang li Îranê kir û got: "Divê desteka ku ji Hûsîyan re tê dayîn bi lez û bez bê sekinandin! Gelê Emrîkayê, serokên wan ên ku di dîroka serokatîyê de piştgirîya herî mezin standine û xetên neqlîye ya kûrewî tehdîd nekin. Dema ku hûn vêya bikin bidîqetbin, çîmkî ew ê Emrîka we bi temamî mesul bihesibîne û wê di vê meseleyê de em ê nerm nebin!”

Serokê Pasdaran a Îranê Hûseyîn Selamî jî daxuyaniyek da û di daxuyanîya xwe de weha got: "Em ê bersiva her tehdîdê bi awayekî herî xirab bidin. Gelê Îranê goh nade gotinên dijmin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.