NY: Ji bakurê Xezzeyê re xizmeta însanî nayê kirin

NY: Ji bakurê Xezzeyê re xizmeta însanî nayê kirin

Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku ji bakurê Xezzeyê ya ku di bin dorpêça rejîma îşxalker de ye re xizmeta însanî nayê kirin.

Berdevkê NY Stephane Dujarric, destnîşan kir ku bakurê Xezzeyê di bin dorpêçê de ye û xebatkarên alîkarîya însanî ji cîhê xwe bûne, “Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî yê NY, daxuyand ku ji bakurê Xezzeyê re sewqîyata alîkarîyê hatîye sekinandin û mecbûr mane ku xizmetên hemû alîkarîyan bidin sekinandin.”

Dujarric, îfade kir ku di demê nêz de li bakurê Xezzeyê 100 hezar însan ji cîhê xwe bûne.

Dujarric, ragihand ku li bakurê Xezzeyê nêzê 75 hezar însan mane, ji 1ê Cotmehê vir ve ji li vê derê re ceryan û sotemenî nayê dayîn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.