NY: Li Filistînê xela nan heye

NY: Li Filistînê xela nan heye

Ajansa Avanî û Alîkarîya Penaberên Filistînî ya li Rojhilata Nêz a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Filistînê xelaya nan heye.

Rejîma îşxala ya siyonistan ji 7ê Cotmehê vir ve asteng dike ku av, xurek û sotemenî derbasî Xazzeyê bibee. Ji ber problema sotemenîyê firin nikarin nan çêkin ku ev yek jî dibe sedema qeyraneke mezin.

Her wisa ji ber êrîşên îşxalkeran gelek firinên li Xazzeyê xera bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Ajansa Avanî û Alîkarîya Penaberên Filistînî ya li Rojhilata Nêz a Neteweyên Yekbûyî daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ji ber rewşa heyî li Filistînê xelaya nan heye û qeyran her ku diçe zêdetir û mezintir dibe.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.