
Otobusê rêwîyan gindirî: 8 zarok 33 birîndar
Otobusê rêwîyan a ku ji navçeya Gazîpaşaya Entelyayê diçû Semsûrê, ji ber ku şifêr hakimyeta direksîyon winda kir gindirî şerampolê.
Otobusa ku bi pleqeta 77 DK 056 a ku ji Entelyayê diçû Semsûrê li nêzî Meheleya Zeytînadaya navçeya Gazîpaşayê gundirî şerampolê. Hat gotin ku qeza ji ber ku şifêr hakimyeta dîreksîyon winda kiriye çêbûye.
Li ser agahdayînê gelek ekîbên sihhet, cendirme û îtfaîyeyê haton sewqkirin li cihê bûyerê. Di encama qezayê de şifêrê otobusê, 2 wezîfedar û 30 rêwî tevî 33 birîndar çêbûn.
Birîndar hatin rakirin nexweşxaneyên li Gazîpaşa û Alanyayê. Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.