PKKyî ji navendê Şingalê hatin derxistin
Piştî rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de, hêzên Iraqê PKK ji navenda Şingalê derxistin.
Çavkaniyekê ji nava Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “YBŞ ku hêzeke ser bi PKKê ve ye li Şingalê bi qiwetê ji nava Şingalê hatin derxistin, ew jî bê ku ti helwêsta wan hebe. PKK hemû navend û baregehên xwe dan destê hêzên Iraqê.”
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin: “Di qonaxa duyem de dê hêzên ser bi PKK ve ji derdora bajarê Şingalê jî werin derxistin.”
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.