Qemyonet û maşîn li hev qelibîn: 2 mirî, 10 birîndar

Qemyonet û maşîn li hev qelibîn: 2 mirî, 10 birîndar

Li Semsûr'ê qemyonetek û maşînek li hev qelibîn di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes mirin 10 kesan jî birîndar bûn.

Qeza danê êvarê li kîlometreya 5'emîn a Rêbeja Besnî-Entab de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li ber qada pîknîkê ya Sugozuyê qemyoneta ku di bin kontrola B.V. de bû ji ber sedemeke nediyar û li maşîna ku di bin kontrola M.D. de bû qelibî.

Bi tesîra qelibînê maşîn kete zinarekî 20 metreyî.

Li qezaya 12 kes birîndar bûn.

2 birîndarên ku bi ambûlansan hatin birin Nexweşxaneya Dewleta Besnî'yê li wir jiyana xwe ji dest dan.

Di heqqê qezayê de tehqîqet hate destpêkirin. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.