Qeydkirina pêşbirka Sîyerê ya "Wî Bixwîne, Wî Bijî" berdewam dike
Dema ku ji bo pêşbirka Sîyerê ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi temaya "Wî Bixwîne Wî Bijî" tê lidarxistin, bi hezaran diyarî bi taybetî jî diyarîya Umreyê li benda namzedên ku wê bi ser bikevin, ne.
Endamê Lijneya Weqfa Evîndarên Pêxember Yakup Kaya ji 7 salî heta 70 salî bi giştî gelên Tirkîyeyê û bi taybetî jî gelê Dîyarbekirê banga beşdarbûna Pêşbirka Sîyerê ya ku çend roj mane bibin kir.
Qeydkirinê di 11ê Cotmehê de dest pê kir û ew ê heta 17ê Çileya 2025an berdewam bike. Pêşbirk 9ê Sibatê roja Yekşemê saet di 11:00 de bê lidarxistin.
''Hêvîdarim em ê heta 17ê Çileya 2025an serîlêdanên pêşbirkê temam bikin''
Kaya di axavtina xwe de weha got: “Wek Weqfa Evîndarên Pêxember me berê jî dest bi bernameya pêşbirka 14emîn a Sîyerê kiribû. Me ji 11ê Cotmehê ve dest bi vê yekê kirîye, û hêvîdarim ku em ê di 17ê Çileya 2025an de serîlêdanên pêşbirkê temam bikin. Em li bendê ne ku gelê Tirkîyeyê bi giştî û bi taybetî jî gelê Dîyarbekirê serî li vê pêşbirkê bidin û wekî her sal bi temaya 'Wî Bixwîne, Wî Bijî' tevbigerin.”
"Em ê bi diyariyên maddî hem jî bi nirxên menewî beşdaran kêfxweş bikin"
Kaya, diyar kir ku ew ê kesên ku bikevin pêşbirkê ji bilî destkeftîyên moralî bi xelatan jî kêfxweş bikin û der barê qeyd û pêşbirkê de ev tişt gotin:
''Di nuqteya beşdarbûnê de hûn dikarin li ser navnîşana peygabersevdalileri.com qeyd bikin û her cure hewcedarî ji wir dikarin bên bersivandin. Hêvîdarim ku di vê îmtîhanê de ji 7 heta 70 salî, ji dêûbav heya xwendekar, ji bapîr heya nevîyê winda nebe, bi hêvîya ku em ji bo her pola temenî di 4 kategorîyan de îmtîhanên cuda li dar bixin. Di kategorîya 1emîn de sinifên 4. û 5.; Di kategorîya 2emîn da xwendekarên sinifa 6, 7 û 8emîn, di kategorîya 3emîn da asta lîseyê û yên piştî sala 2009an ji dayik bûne, di kategorîya 4emîn da mezin û hemû kesên ku di kategorîya 3yemîn da ne ew ê bên îmtîhankirin. Di vê pêşbirka ku windaker tune ne de, em ê bi diyariyên maddî yên wekî zêrê çayrek, hem jî bi nirxên menewî beşdaran kêfxweş bikin. Ez dîsa hemû gelê me bang dikim ku bila beşdarî vê pêşbirkê bibin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.