Rêjeya bêkarîyê di meha nîsanê de kêm bû
Rêjeya bêkarîyê di meha nîsana sala 2020an de 0,2 puan kêm bû û daket ji sedî 12,8an.
Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha nîsanê ya sala 2020î hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha nîsanê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 0,2 puan kêm bû û daket ji sedî 12,8n.
Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha nîsana sala 2020î de hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî 427 hezar kes kêm bû û hêjmara bêkaran daket 3 milyon û 775 hezar kesan.
Rêjeya îstîhdamê zêde bû
Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha nîsanê de li gor heman meha sala borî 2 milyon û 585 hezar kes kêm bû û daket 25 milyon û 614 hezar kesan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.