Rejîma îşxalê ya siyonîstan êrîşî Sûrîyê kir
Rejîma siyonîst bi balafirên şer êrîş bir li ser baregaha leşkerî ya T4 a li rojhilata bajara Humusê kir.
Di daxuyanîya ku ji teref rejîmê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; êrîş li herêma Tenefa ku li ber sînora Urdun, Surîye û Iraqê ye hat kirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin rejîma Sûrîyê bersiv da êrîşa ku derdora seat 22.30î de hat kirin.
Tê diyarkirin li baregaha ku êrîş lê hat kirin ji bilî leşkerên Sûrîyê yekîneyên girêdayê Muhafizên Şoreşê yên Îranê û leşkerên Hîzbullaha Libnanê jî hene.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.