Rejîma îşxalê ya siyonîstan li Şerîaya Rojava 2 parlementerên Filistînî desteser kir
Hat ragihandin rejîma îşxalê ya siyonîstan li Şerîaya Rojava 2 parlementerên Filistînî desteser kir.
Zilm û zordarîya siyonîstên îşxalker berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonîstên îşxalker êrîş birin li ser parlementerên Filistînî yên bi navê Nayif er-Recub û Hatem Kufeyşe û wanan desteser kirin.
Derbarê mijarê de ji teref Kuluba Êsîrên Filistînî ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; Parlementer Hatem Kufeyşe piştî ku ji ser desteserkirinê çend seat derbas bû re hat berdan.
Her wisa tê diyarkirin siyonîstên îşxalker li Kalkîlyayê jî êrîş birin li ser malên Filistînîyan û 3 xortên Filistînî desteser kirin û li kampa penaberan a bi navê “Ed-Dehîşe”yê jî Ehmed Yusufê 35 salî desteser kirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.