Rejîma îşxalker, li Mescîdî Eqsayê êrîşî mirovên ku nimêja înê dikirin kir
Di hefteya 13mîn a qetlîama li Xezzeyê de rejîma îşxalker, cardin êrîşî Fîlîstînîyên ku dixwestin di Mescîdî Eqsayê de nimêja înê bikin kirin.
Piştî qetlîam û qirkirina ku li Xezzeyê ji teref îşxalkeran ve hat destpêkirin, ev bû 13 hefteye nimêja Misilmanan têne astengkirin.
Îşxalkeran Misilmanên ku emrê wan di bin 60-65an de ne nahêlin ku bikevin nav Mescîdî Eqsayê. Fîlîstînîyên ku têne astengkirin, li derdorê Mescîdî Eqsayê şalikên xwe raxistin û dest bi nimêjê kirin, di vê demê de jî terorîstên îşxalker êrîşî wan kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.