Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê: Nexweşxaneya Şîfayê herêma mirinê ye
Ekîba girêdayê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO), çû Nexweşxaneya Şîfayê a ku di bin bombebaradina gur a sîyonîstan de ye, derheqê rewşa nexweşxaneyê de daxuyanîyê da.
Pisporên ji sazîyên cuda yên Neteweyên Yekbûyî pêk tênê û ekîba WHOyê, bi armanca nirxandina li Xezzeyê çûn Nexweşxaneya Şîfayê a ku li bakurê Xezzeyê ye. Ekîba WHOyê ji ber astengîyên Nexweşxaneya Şîfayê wek “herêma mirinê” û “wehîm” wesifandin.
Ekîbên WHOyê di daxuyanîya xwe de weha got, “Ev operasyonekî bi rîsk bû ku li herêma pevçûnê hatibû lidarxistin. Dema ku ekîb li nexweşxaneyê bûn li derdorê wan pevçûn hebûn û ji ber vê yekê ew encax seatekî di nexweşxaneyê de man. Nîşanên êrîş û bombebarandinê hêna jî dihatin dîtin. Dema ku ekîb ketin nav têketina nexweşxaneyê mezelên komî dîtin û gotin ku ji 80 zêdetir mirov li wê derê hatibûn definkirin.”
“Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare nexweşan qebûl bike”
Ekîbên WHOyê destnîşan kirin ku li nexweşxaneyê enfeksîyon gelek zêde ye û dûre weha got, “Qorîdor û erda nexweşxaneyê bi çopên tibbî tijîbû û ev rewş jî rîska enfeksîyonê gelek zêde dike. Nexweş û personelên ku ekîbên me bi wan re xeber didan di nav dehşetê de bûn û ji bo tehlîyeyê lavayîya dikirin. Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare li nexweşan binhêre û wan qebûl bike. Nexweşên ku tênê li vê derê jî ji nexweşxaneya Endonezyayê re tênê sewqkirin lê Nexweşxaneya Endonezyayê jî ji li vê cudatîr nîne.”
“Rewşa nexweşxaneyê krîtîk e, 32 pitik di nav de ye”
Ekîp derheqê rewşa nexweş û birîndaran de jî agahîyan da û weha got, “Di şîfayê de 25 endamên tenduristîyê û 291 nexweş mane; ji ber ku xizmeta tibbî hatîye sekinandin di nav 2-3 rojên dawîn de gelek nexweş mirine. Di nav nexweşan de 32 pitik hene ku rewşa wan krîtîk in û 22 nexweşên dîyalîzê hene.”
Banga agirbesîyê cardin hat nûkirin
Ekîba WHOyê di dawîn de ji bona ku herba li Xezzeyê dawî bibe û felaketa li wê derê dawî bibe daxûyanîya agirbestîyê nû kirin. Ekîb got ku divê bi lez û bez agirbestî bê îlankirin û alîkarîya însanî bê domandin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.