Şehîdên Sûsayê di salvegera şehadeta xwe de li ber serê qebrên xwe hatin bîranîn

​Êşa wê qetlîama ku PKK di 26ê Hezîrana sala 1992an de li gundê Sûsaya Diyarbekirê kir digel ku di ser re 29 sal derbas bûbe jî weke ku îro qewimiye û nayê jibîkirin.

PKKyê ku xwediyê dîrokeke bi zilm, zordarî û qetlîaman hatiye dagirtine di 26ê Hezîrana sala 1992an de li gundê Sûsaya Diyarbekirê 10 gundiyên ku di mizgeftê de nimêj dikirin dan ber guleyan û ew şehîd kirin.

PKKyê ku ji doh heta îro zilmê li xelkê Kurd dike û êş û elemên mezin bi xelkê Kurd dide kişandin û bi baweriya xelkê Kurd re şer dike; di 26ê Hezîrana sala 1992an de di ser mizgefta gundê Sûsaya Farqînê de girt û 14 Mislimanên ku di mizgeftê de nimêj dikirin dan ber guleyan. Ev êrîşa ku tê de 10 kes şehîd bûn di dîroka Kurdistanê de berî niha neqewimî bû. Di heyamên ewil ên Komarê de mizgeftan kiribûn axûr, Qur’ana Kerîm hatibû qedexekirin û li hember baweriya xelkê şer hatibû vekirin. Lê di 26ê Hezîrana sala 1992an de li Kurdistanê ji teref PKKê ve di ser mizgeftê de hatibû girtin û bi şikleke girseyî qetlîam hatibû kirin.

PKK, destê 14 Mislimanan girê da û piştî ku ji qudsiyetên Mislimanan re heqeratan kir re bi çekên lûledirêj Mislimanan da ber berikan. Di encama wehşetê de 4 birayên bi navê Zekî (12), Medenî (18), M. Mekî (19) û M. Saîd Fîdanci (28); M. Emîn (15), Adnan (20) û Ahmet Kantar (48), M. Alî Uslu (26), Huseyîn Çetînkaya (30) û melayê gund Abdulhaluk Ugas (37) şehit bûn. 4 kes jî wek birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Nas û hezkirî û hevaldozên şehîdên Sûsayê di salvegera 29emîn a qetlîama Sûsayê de ji ÎLKHAyê re axivîn.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.