Serokatîya Bajarê Mêrsînê yê HUDA PARê bi şîara “Malbat” bernameyek tertîp kir

Serokatîya Bajarê Mêrsînê yê HUDA PARê bi şîara “Malbat” bernameyek tertîp kir

Serokatîya Bajarê Mêrsînê yê HUDA PARê, bi armanca bal kişandina li ser gotina malbatê ya di nav civakê de û ehemmîyeta wî ya di warê dînî de, di Baxçeya Gel de bi beşdarbûna Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, bernameyek tertîp kir.

Bernameya ku di Baxçeya Gel a navçeya Behra Spî de hat tertîpkirin, bi eleqeyeke mezin a malbat û ciwanan ve hat pêşwazîkirin.

Di bernameya ku gelek mirovên cuda beşdarî bûbûn de li ser nirxên malbat, exlaq û dînî axavtin hat kirin.

Bername bi xwendina Qurana pîroz dest pê kir û bi Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç jî axavtineke silavdayînê kir.

Dînç di axavtina xwe de bal kişand ku malbat, sazîyeke pîroz a ku Îslam ji civakê re emanet kirîye ye, “Malbat, muesseseyekî gelek bi qîmet e ku Xwedê ji me re emanet kirîye. Malbata ku ji bingehên Îslamê yek e, tenê selameta ferdan bikarnayne, ew civakê bi temamî dibe selametê. Ji ber vê yekê divê malbat bê parastin û ev parastin jî mesulîyetekî hem dînî hem jî exlaqî ye.”

Parlamenter Dînç, di berdewama axavtina xwe de bi taybetî balan li ser pêvajoya zewaca ciwanan kişand ku ciwan di vê pêvajoyê de zor û zehmetîyên meddî û menewî dikşînin, bal hat kişandin ku di çareserîya vê meseleyê de jî divê exlaqa Îslamê rêbertîyê bike.

Dînç, “Ciwanên me, di warê zewacê de bi zehmetîyên aborî re rûbirû dimînin, tehrîbata exlaqî ya ku jîyana modern tîne pêşîya me jî cesareta sazkirina malbatê dişkîne. Lê Îslam ji bona ku em malbatê qewettir bikin û ji van pirsgirêkên ku di vê pêvajoyê de derdikevin çareser bikin rêbertîyekî saxlem dide ber me. Malbat, hêlînekî ku mirov îman, exlaq û nirxên xwe tevlî wê dike ye. Ji ber vê yekê parastina malbatê di ser wezîfeyên me yên dînî û cîvakî de ye.”

Dînç di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku bi tevî ziîfbûna sazîya malbatê belavbûna civakê û xerabûna exlaqê lez bûye, “Îro bi tevî ziîfbûna sazîya malbatê pirsgirêkên civakî jî zêde dibin. Nirxên exlaqî xera dibin, perîşantîya menewî kurtir dibe. Ji bo çareserîya van pirsgirêkan dibê em malbatê ji nû ve bi rêbertîya Îslamê qewettir bikin.”

Dînç, îfade kir ku HUDA PARê ji bo parastina sazîya malbatê û teşwîqkirina zewaca ciwanan çi ji destê wî tê dike û ew ê vana jî bidomîne.

Bernameya ku hat tertîpkirin, bi îkram û axavtinan berdewam kir.

Di dawîya bernameyê de Serokatîya Bajarê Mêrsînê yê HUDA PARê, daxuyand ku ew ê bernameyên ewakî bidomînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.