Serokê Meclîsa Fas: Qudsa îşxalkirî paytexta Filistînê ye
Serokê Meclîsê Fas û Serokê Buroya Sîyasî yê HAMAS li Raatê hevdîtin kirin.
Hat ragihandin Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Buroya Sîyasî yê HAMAS ji bo ziyaretinan çû Raata Fasê.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di çarçoveya ziyareta ku tê kirin de Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Buroya Sîyasî yê HAMAS û Serokê Meclîsê Fas El-Habib el-Maliki hevdîtin kirin.
Di hevdîtina ku hat kirin de El-Habib el-Maliki destnîşan kir, Fas dê wek her car mafên meşrû yên Filistînîyan biparêze û dê dev ji vê parastinê jî bernede.
El-Maliki di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ew Qudsa ku di bin îşxala siyonistan de ye paytexta Filistînê ye.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.