Şivan û 3 hezar mêşinên ku di berfê de asê mabûn hatin xelaskirin
Ji îmdada şivan û mêşinên wî ên ku li gundê Demekaqsuta Agirîyê dema ku heywanên xwe diçêrand ji ber berf û bapûkê li çîya asê mabûn re ekîgên AFADê xwe gihandin.
Li Agirîyê doh piştî nîvroyê berf û bapûk dest pê kiribû.
Li gundê Dedemaqsutê jî berf û bapûkek gur pêk hat û ji ber vê yekê şivan û 3 hezar heywanên wî di cîhê xwe de asê man, ji ber ev rewşa ku pêk hat ji ekîbên 112yê re xeber hat şîyandin.
Ekîbên AFADê jî li ser îxbarê dest bi kar kirin û di nav demeke kurt de xwe ji şivan û heywanên wî re gihandin.
Şivan û heywanên ku asê mabûn di nav ewlehîyê de ji gundên xwe re hatin anîtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.