Tacîkistanê nixumandin û pîrozkirina du cejnên dînî qedexe kir!
Meclisa Netewî ya Meclisa Bilind a Parlamentoya Tacîkistanê pêşnûmeya qedexekirina nixumandin û pîrozkirina Cejna Remezanê û Qurbanê qebûl kir.
Îmamalî Rahmanê Serokkomarê Tacikistanê roja Pêncşemê 35 qanûnên "Rastkirina Kevneşopî û Merasiman" û "Berpirsiyariya Perwerdehiya Zarokan û Mezinkirina Zarokan" jî di nav de ku nixumandinê jî qedexe dike îmze kir.
Li gorî qanûnê ku wekî "Cil û bergên biyanî yên ku ne aîdê çanda welêt e" tê pênasekirin, jinên Misilman nikaribin li welêt xwe bi nixumînin.
Herwiha Cejna Remezan û Qurbanê ku cejnên dînê Îslamê ne li Tacîkistanê nayên pîrozkirin. Di vê çerçoveyê de "îydgardak" ku weke kevneşopîya ku zarok mal bi mal digerîyan û dîyarîyên eydê dixwezin jî hat qadaxa kirin.
Bi vê qanûnê firotin, îthal kirin, reklam û li ser kirina hicabê tê qedexekirin.
Welatiyên Tacîkistanê yên ku qanûnê binpê bikin wê 7 hezar û 920 somonîya Tacîkistanê (nêzîkî 25 hezar TL), ji rayedarên dewletê 54 hezar somonî (nêzîkî 167 hezar TL) û ji rayedarên olî jî dê 57 hezar û 600 somonî (nêzîkî 178 hezar TL) bên cezakirin.
Li Tacîkistanê neyartîya Îslamê ne nû ye!
Li Tacîkistanê nixûmandin di sazîyên dewletê de û di dibistanan de bi fiîlî qedexe ye. Li welat ji bo zilaman dirêjkirina rîyan jî qedexe ye. Sala borî bi hezaran mirov ji teref polêsan ve hatibûn sekinandin û rîyên wan bi rozê hatibû jêkirin.
Li Tacîkistana ku di sedsala 7emîn de Îslamê nas kiribû, di wê pêvajo û bi taybetî jî di dewra Samanîyan de Îslam li herêmê belav bûbû. Li Tacîkistana ku îro nifûsa wî ya zêde Misilman e, hemû xelkê wan Henîfî ne.
Di dewra Rûsyaya Sovyet de, wek li herêmên dinê yên Misilmanan li Tacîkistanê jî fealîyetên dînî hatibûn qedexekirin, camî û medrese hatibûn girtin, alim, mele û mamosteyên rîspî hatin girtin û ji Sîbîrya û Yekîtîya Sovyetan re hatibûn sirgûnkirin.
Di dewra Stalînê de ji ber muameleyên giran li welat hejmarî camîyan heta 17an hatibû xistin encax ji ber ku welat çîyayî ye û piranîya xelkê di gundan de dijîn di nav zor û zehmetîyê de be jî xelk dînê xwe bi şeklekî dijîya.
Di sala 1980an de Şoreşa Îslama Îranê û îşxalkirina Rûsyayê ya Efxenistanê, li ser civaka Tacîkan gelek tesîrek çêkiribû û di sazkirina rêxistinên dînê de tevgerek dest pê kiribû. Ev tevger piştî sala 1991an de jî berdewama kir encax ev car jî bireveberîya nû li ser xelkê polîtîqayeke zor û zext da destpêkirin. Bi taybetî bireveberîya Tacîk li ser xelkê di warê jîyana dînî, rî, nûximandin, çûndina camîyê û îbadeta hecê de gelek zor û zehmetîyê dide kişandin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.