Tevgera Ensarullahê, teklîfa naskirina hikumeta Sanayê ya Emrîka û Îngilistanê red kir

Tevgera Ensarullahê, teklîfa naskirina hikumeta Sanayê ya Emrîka û Îngilistanê red kir

Tevgera Ensarullahê, li hember sekinandina operayonên li dijî sîyonîstan teklîfa naskirina hikumeta Sanayê ya ji teref Emrîka û Îngilistanê ve red kir.

Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Ensarullahê Muhammed El-Buhaytî, daxuyand ku ev tevger, li hember sekinandina operayonên li dijî sîyonîstan teklîfa naskirina hikumeta Sanayê ya ji teref Emrîka û Îngilistanê ve red dike.

Muhammed el-Buhaytî weha got, “Emrîka û Îngilistan, bi tevî navbeynkarîyan ji me re li hember sekinandina operasyonên me teklîf kirin ku ew ê hikumeta Sanayê nas bikin, encax me qebûl nekir.”

Tevgera Ensaullahê, di mehên dawîn de ji bo destekdayîna ji xelkê Xezzeyê, li Behra Sor, Okyanûsa Hîntê û Tengava Babûlmendepê keştîyên ku diçin axên îşxalê an jî keştîyên ku malên wan bar dikin hedef girt.

Tevgera Ensarullahê diyar kir ku heta êrîşên li dijî Xezzeyê neyên sekinandin ew ê jî operasyonên xwe nedin sekinandin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.