
Ukrayna, li xeta borîya petrolê ya navneteweyî ya Rusyayê xist
Artêşa Ukraynayê, li xeta borîya Rusyayê ya ku petrola Qazakîstanê vediguhast Ewropaya Rojava xist.
Hat ragihandin ji ber ku ÎHAyên Ukraynayê li stasyona pompeya Konsorsîyûma Xeta Borîyê ya Hazarê xistiye peydakirina petrola ku ji Qezekîstanê tê derengî ketiye.
Hat ragihandin ku di êrîşê de stasyona pompe ya Kropotkinskaya ku îstasyona herî mezin a xeta borîyê ya li herêma Krasnodar a li başûrê Rûsyayê ye, hatiye derbkirin.
Hat destnîşankirin ku nefta ku di pergala xeta boriya Tengiz-Novorossiysk de tê veguheztin bi pompeyên ku bi enerjiya kêmtir dixebitin ve tê veguheztin.
Di xeta boriyê ya 1500 kîlometreyî de dêwên enerjiyê yên rojavayî Chevron, ExxonMobil û Shell û hikûmetên Rûsya û Qazaxistanê jî xwedî par in.
Hat ragihandin ku di êrîşê de mirî û birîndar çênebûye û personelên qereqolê rê li derketina petrolê girtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.