ÛNRWA: Li Lubnanê sivîl di bin tirs û fikaran de ne

ÛNRWA: Li Lubnanê sivîl di bin tirs û fikaran de ne

Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koçberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (ÛNRWA) Philippe Lazzarînî ragihand ku sivîlên li Lubnanê di nava tirsê de dijîn û hewcedariya wan bi alîkariyê heye.

Komîserê Giştî yê ÛNRWA Philippe Lazzarînî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gel di nava tirs û fikaran de ye û bi sed hezaran kes ku piraniya wan jin û zarok in ji bo peydakirina cihekî ewle neçar mane malên xwe biterikînin.

Lazzarînî diyar kir ku ekîbên ÛNRWAyê li saziyên ku koçberên Filistînî, Lubnanî û Sûriyeyî lê tên qebûlkirin, 24 saetan dixebitin û xizmetên piştgiriya derûnî didin zarokan û herwiha alîkariyên însanî didin koçberan.

Lazzarînî got, "Berfirehbûna şerê li Lubnanê me ji agirbesta ku ji bo sivîlên li herêmê pêwîst e, dûr dixe."

Di dema ku pêla koçberiyê ji herêmên başûrê welat ber bi paytext Beyrûtê û bakur ve didome de, hikûmeta Lubnanê ragihand ku zêdetirî 430 hezar ji koçberan ber bi Sûriyê ve koçber bûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.