Weqfa Êtîman li Êlihê ji xwendekaran re alîkarîya qirtasîyeyê kir

Weqfa Êtîman li Êlihê ji xwendekaran re alîkarîya qirtasîyeyê kir

Ji teref Temsîlkarîya Êlihê ya Weqfa Êtîman ve li Êlihê ji gelek zarokên êtîm re çente û qirtesîye hatin belavkirin.

Temsîlkarê Êlihê ya Weqfa Êtîman Musab Îmîr îfade kir ku ew berîya sala hînkirin perwerdehî ya 2024-2025an ji êtîman re alîkarîya qirtasîyeyê kirin, ji xêrxwazên ku destekê dane wan re teşekur kir.

Îmîr, îfade kir ku ew li Êlihê ji 125 zarokên êtîm re çente û amûrên qirtasîyeyê belav kirine, “Em wek Weqfa Êtîman ji xebatên xwe yên alîkarîyê re berdewam dikin. Me vê salê jî bi vebûna dibistanan êtîmên xwe bîrva nekir. Bi alîkarî û sponsorîya xêrxwazan, me ev alîkarîya xwe ya qirtasîyeyê bi kar anît.”

Îmîr îfade kir ku “Em ji bona ku xwe ji zêdetir êtîman re bighêjînin li bêvîya desteka xêrxwazan in. Ji kerema xwe re ji van karên xêrê re zêdetir destekê bidin. Dema ku hûn zêdetir destekê bidin em ê jî xwe ji zêdetir êtîman re bighêjînin û wan êtîman kêfxweş bikin. Me li Êlihê ji 125 zarokên xwe yên êtîm re alîkarîya qirtasîyeyê kir. Xwedê ji xêrxwazên me yên ku destekê dane razî be.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.