Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ji bo hedefgirtina xebatkarên tenduristiyê bertek nîşan da
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku hedefgirtina xebatkarên tenduristiyê û navendên tenduristiyê ji aliyê kujerên îşxalker ve îxlalkirina hiqûqên mirovî yên navneteweyî ye.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku derbarê êrîşên îşxalkeran ên li dijî saziyên tenduristiyê û xebatkarên tenduristiyê de belgeyek amade kirine.
Di daxuyanîyê de ev tişt hatin gotin: "Em bang li civaka navneteweyî dikin ku hiqûqa însanî ya navneteweyî bi cih bîne û rayedarên îsraîlê ji îxlalkirinên li dijî saziyên tenduristiyê yên Lubnanê berpirsyar bibîne." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.