
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya: Di xwepêşandanên vê êvarê de 97 şikdar hatin binçavkirin
Wezîr Yerlîkaya, daxuyand ku li giştîyê Tirkîyeyê di xwepêşandanên ku ji bo binçavkirin Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu hatine destpêkirin de 97 kes ji sûcên “Berxwedana ji bo wezîfeyê nedin kirin” hatin binçavkirin.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxiyanîya xwe de weha got, “Polêsên me; ji wan kesên ku hizûr û ewlehîya gelê me yê ezîz tehdîd dikin, provokasyon û vandaltîyê re îzîn nedan û ew ê nedin jî. Ew ê wan kesên ku mirovan bangî kolanan dikin û dixwazin bûyeran terorîze bikin tu dem negihîjin armancên xwe.
Di xwepêşandanên vê êvarê de; 97 şikdar ji ber sûcên muxalefetkirina ji qanûna bi jimara 2911an, zerardayîna ji malên raya girseyî, û berxwedana ji bo bicîhneanîtina wezîfeyê hatin binçavkirin.
Polêsên me yên ku ewlehîya hizûr û ewlehîya me ne bi şev û roj dixebitin û li ser wezîfeya xwe ne.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.