Wezîrê Karên Hundir: “Li Diyarbekirê 5 milyon û 134 hezar kok kenewîr hat bidestxistin”
Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyêdestnîşan kir di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de li Diyarbekirê 5 milyon û 134 hezar kok kenewîr û tonek û nîv esrar hat bidestxistin.
Soylu di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir, di encama 75 operasyonên ku li çoltera Licê hatin lidarxistin de 5 milyon û 134 hezar kok kenewîr û tonek û nîv esrar hat bidestxistin.
Soylu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di meheke dawî de 50 milyon û 250 hezar kok kenewîr û 10 ton esrar hat bidestxistin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.