Zekerîya Yapicioglu: Em ê tu qanûneke ku ne li gorî bawerîya me be dernexin
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, di çarçoveya gerîna memleketê de li Qonyeyê di dawîya roja zîyareta xwe de, bi endamên partîyê re hevdîtinê kir û derheqê rojevê de nirxên muhîm da.
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ku li eywaneke dawetê de bang li endamên partîyê re kir: qala cudahîya xebatên hilbijartinê, nerîna ji meseleyên sîyasî re, xebatên partîya xwe û yên partîyên dinê kir.
Yapicioglu di axavtina xwe de qala pirsgirêka aborîyê kir, ji partîyîyan re jî mafê axavtinê da û ji pirsên wan re bersivan da.
Yapicioglu di axavtina xwe de qala xebatên xwe yên gerîna memleketê kir û got ku di anketan de rastîyê nabêjin, asta raya HUDA PARê ji raya giştî tê veşartin.
“Di desthilatdarîya HUDA PARê de hedefa ‘ewil ji nû ve tesîskirina edaletê ye”
Yapicioglu di axavtina xwe de bal kişand ku bi hatina wan yê ji desthilatdarîyê re ew ê gelek tişt vegerin û axavtina xwe weha domand, “HUDA PAR ku were desthilatdarîyê ew ê gelek tişt vegerin. Pêşîya her tiştê hedefa ‘ewil ji nû ve tesîskirina edaletê ye. Terazîya edaletê xira bûye emê wê temîr bikin. Em bi tenê edaleta ku li ser dîwarên avahîyan de dinivîse ‘Seraya Edaletê’ tenê qebûl nakin ev tenê ne edalet e, em qala wî nakin. Li Tirîyeyê kesên ku ji sedî 10 çêdibin û meddîyata wan zêdene, ji sedî 67ê hatina meddî distînin. Di dabeşkirina hatinê de bêedaletîyeke ciddî heye. Di vê sîstema aborîyê de dewlemend roj bi roj zêde dewlemend dibe, feqîr jî roj bi roj zêde feqîr dibe. Çîmkî barê bacê li ser pişta feqîran e. Hûn di her tiştê ku di dikanan de distînin de, hetta hûn dema ku dikevin otobûsê jî ji we bac tê standin lê kesên dewlemend ev bacê nadin. Hemû îqtîdaran dibêjin ku ‘em ê bacê li bingehê belav bikin’. Em jî ev tiştê dibêjin, dema ku em werin desthilatdarîyê bacê ji dewlemendan bistînin, rehetîyê jî belavê bingehê bikin.”
“Ger ku em werin…”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ger ku ew werin desthilatdarîyê ew ê sîstemê ji serî heta binî vegerînin, ji polîtîqaya zîreatê heta aborîyê, ji perwerdehîya bê plan heta polîtîqaya derve yê welat, ji sîstema edaletê dest pê bikin û ji nû ve dîzayn bikin.
Yapicioglu, di axavtina xwe de weha got, “Ger ku em werin desthilatdarîyê; sîstema perwerdehîyê ji serî heta binî vegerînin. Dema ku em werin serî em ê polîtîqaya zîreatê vegerînin.
Ger ku em werin; di budceyê de zirar çênebe.
Ger ku em werin; em ê nigê xwe li gorî lihêfa xwe dirêj bikin. Û wê lihêfê jî li gorî ku feqîran germ bike dîzayn bikin û ji bona ev dîzaynê jî micadele û xîreteke zêde nîşan bidin,
Ger ku em werin; ew ê perwerdehî bi plan bibe. Di sîstema perwerdehîyê de ciwana ku ji zanîngehê mezûn bûye, ew ê nekeve nav artêşa bêkar ên bi dîplomayî. Di kîjan beşê de çikas lazimatî hebe ew ê li gorî wê mezûn bide,
Ger ku em werin; bi îzna Xwedê em ê zewicandinê teşwîq bikin. Ji bona ku malbat li pîya bisekine û berdan kêm bibe em ê tedbîrên ku çi hewce be bigrin, astengên ku ji bona ciwanan ji xwe re malekî çênekin li pêşîya ciwanan in rabikin û ji bona ku bi rehetî ew jî malên xwe çêbikin yanê bizewicin, ji bona ku neslên sibê roj çêbikin ji bo wan îmkanan çêbikin. Ji bona ciwanan foneke zewicandinê saz bikin.
Ger ku em werin; ji pîrekên ku 25 salan zewicandî mane re meaşa emekdarîyê bidin,
Ger ku em werin; tu însanek -bawerîya wê çi dibe bila bibe, li ku derê welatê rûdinê bila rûnê- ji bona ku lazimatîyên wê yên zarurî bê temînkirin ger ku hatineke wê yê meddî tunebe ew ê îhtîyacîyên wê yên zarurî dewlet temîn bike,
Ger ku em werin; em ê dîwarê li pêşîya xebatên îfsadê lêkin,
Ger ku em werin; em ê wan kesên ku tiryakê di kolanan de ji ciwanên me re difroşin û parçe parçe tênê qefaltin û wan bikin hefsê û dûre jî di demeke kin de bi qanûnên efûyê wan bernedin. Ew ê xewa wan baronên tiryakê yên mezin bireve, wan kesan ew ê rûyeke bixêr nebînin, rehetîyê nebinîn, bi îzna Xwedê ew ê bên qefaltin û cardin rûyê rojê nebînin.
Ger ku em werin; ew ê polîtîqaya a welatê derve di çarçoveya edaletê de bibe
Ger ku em werin; di navenda polîtîqaya aborîyê de însan hebe, hilberîn zêde bibe, dema ku em werin ew ê bêkarê kêm bibe,
Ger ku em werin; qanûnên ku ji Ewrupayê hatine girtin û li gorî me nînin ew ê pertalên xwe kom bikin û welatê terk bikin. Em ê qanûnên xwe bidin rûniştandinê. Roja ku em werin ew ê van vegerînan roj bi roj xwe nîşan bidin bi îzna Xwedê.”
Makeqanûna 12 Îlonê û meseleya Laîkparêzî
Yapicioglu, di berdewama axavtina xwe de bal kişand dema ku ew werin desthilatdarîyê û qeweta wan bigre ew ê makeqanûneke nû saz bikin, di vê makeqanûnê de ew ê tu meddeyeke ku ji bawerî, dîrok, kevneşopî û urfê re dijraber be tunebe.
Yapicioglu, axavtina xwe weha domand, “Di 12ê Îlonê de derbeyeke leşkerî hat kirin, di encama ev derbeya leşkerî de çeteyeke bi 5 kesan tê komkirin ku ew ji xwe re dibêjin ‘Komîteya Ewlehîya Millî’ derket holê. Lê 5 heb general; pêşîya sîyaseta sîvîl girt, parlamentoyê û partîyan girt, gelek qanûnan veguhart, lê ew ê herî muhîm jî makeqanûna 1961ê rakir û ji dêla wê de jî makeqanûna 1982yan sîparîş kir û di sê meddeyên ‘ewil yê makeqanûna 1982yan de tiştên wekhev hatin nivisandin, encax bi cudayîyeke ewakî ‘Sê meddeyên ‘ewil ya Makeqanûnê nayê guhartin, pêşniyazîya veguhartina wê jî nayê teklîfkirin’ meddeyê jî meddeya bi çaremîn îlawe kir. Hinekan dibêjin qey ev nayê guhartin û pêşnîyazîya guhartinê jî nayê teklîfkirin. Ev meddeyan di makeqanûna ‘ewil ya ku di piştî sazkirina Meclîsa ‘ewil ya di sala 1920an de hatibû sazkirin de jî heye. Tişteke ewakî tuneye. Dema ku hûn ji wan dipirsin jî weha dibêjin, 'Li ser bermayiyên împaratoriyê dewleteke nû hat avakirin, îradeya damezrîner a ku ew dewlet ava kiriye çi dibe bila bibe, hûn kengî bixwazin nikarin wê biguherînin.’ Dereweke mezin e. Destûra Bingehîn a sala 1921ê yekemîn makeqanûna ku di sala 1920î de ji aliyê Meclîsê ve hatiye çêkirine û di destpêka wê makeqanûnê de 'Dînê Dewletê, Dîn-î Mûbîn-î Îslam' hatiye nivîsandin. Paşê ew Meclîs hat betalkirin û dema Meclîsa duyemîn kom bû, meddeyeke ewakî hat anîtin 'Dînê dewletê dînê Îslamê ye.’ Di Destûra Bingehîn a 1924an de jî wisa bû.”
“Di makeqanûnê de hebûna xaleke ferzker tê wateya îpotek danîna li ser îradeya nesla pêşerojê.”
Yapicioglu bal kişand Laîklîk a ku di makeqanûnê da ye, paşê hatîye kirin nav makeqanûnê û axavtina xwe weha domand, “Prensîba laîkparêzîyê cara yekem di sala 1930an de di dema dîktatorîya yek-partî de ligel prensîbên din hate danîn. Hûn dizanin 6 tîrên CHPê hene, yek ji van 6 tîran laîkperestî ye. 6 tîrên CHP'ê xistin nava makeqanûnê, lê wê çaxê jî negotin 'ji bo guhertinê jî nayê pêşniyarkirin'. Kesî tiştekî wiha nedifikirî. Van prensîban di Destûra Bingehîn a 1961’an de bi cih kirin û parastin, lê negotin ‘Nayê guhertin’. Tîma hiqûqî ya ku Destûra Bingehîn a 1982’an nivîsand jî ev tiştê negot. Tenê gotin ku 'Madeya ku tê gotin şeklê dewletê Komarî ye nayê guhertin.' Dema ev pêşnûmeya makeqanûnê derket pêşîya generalên derbeker, ew weha gotin û ev meddeyê kirin nav makeqanûnê, 'Em meddeya çaremîn li vir zêde dikin. Sê meddeyên ‘ewil ên Destûra Bingehîn nayên guhertin, pêşniyar jî nayên guhertin.' Em jî dibêjin ku ev Destûra Bingehîn a 1982’yan makekeqanûneke faşîst e ku bi destê cûntaya leşkerî hatiye çêkirin, ferz dike ye, divê ev makeqanûn bê rakirin, ji holê bê rakirin, partiyên siyasî yên ku temsîla miletê dikin li dora maseyeke gilor bicivin û makeqanûnek ji serî de bê nivîsandin. Divê di vê makeqanûnê de maddeyek ku 'nikare bê guhertin, pêşniyara guhertinê jî neyê kirin' neyê nivîsandin. Hebûna bendeke wisa ferz tê wateya; Tê wateya ku pêşî li îradeya nifşên pêşerojê deyne. Ger ku HUDA PAR bê îqtîdarê û qeweta wê bigre ew ê makeqanûneke nû saz bike, di vê makeqanûnê de ew ê tu meddeyeke ku ji bawerî, dîrok, kevneşopî û urfê re dijraber be tunebe.”
“Tu kes bi şixûlandina medyaya civakî, kolan, parqan û rawetgehên otobûsan nikare bêexlaqîyê belav bike”
Yapicioglu derheqê îfsatkirina ji ser medyaya civakî de jî axivî û weha got, “Di dînê de zext tuneye. Em di nava xwe de mafê sîxuriyê li hundirê mala kesî nabînin, bikevin hundir, bişopînin kî kîjan gunehê dike. Lê bi tu kesê re azadiya kiryarên ku civakê xera bike, exlaqê civakê xera bike, civakê teşwîqê sûc û gunehan bike tuneye. Em mudaxeleyî nepeniya tu kesî nakin. Lê kesek nikare medyaya civakî, medyayê, kolanan, parkê, rawestgeha otobusê ji bo belavkirina bêexlaqiya xwe, pesnê kiryarek ku sûc e, an jî teşwîqkirina wê yekê bikar bîne nikare bike û teşwîq bike. Ger em desthilatdar bûn; Em ê erka garantîkirina ewlehiya dîn, can, mal, mêjî û nifşê gel û pêşîgirtina li hemû tevgerên ku gefan li wan dixwin bigirin ser xwe. Yê ku li ser medyaya civakî tevgerek ku yek ji van pênc mafên bingehîn tehdîd dike bike, dê mecbûre ku hesabê wê bide.”
Yapicioglu, di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku di derheqê xebatên hilbijartinê de mesulîyeteke mezin li ser ciwan û pîrekan dikeve. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.