Zekerîya Yapicioglu li Îzmîrê bangê xelqê kir
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, li Îzmîrê bernameya eywanê tertîp kir û di bernameyê de bang li xelqê kir û ji xelqê re qala HUDA PARê kir.
“Em bi şîara Sîyaseta Dirust Edaleta Rastî derketin rê”
Yapicioglu qala armanca partîya xwe kir û weha axivî, “Em 10 sal berê di sala 2012yan de, bi şîara ‘Sîyaseta Dirust Edaleta Rastî’ derketin rê û me ji roja ku em derketin rê heta niha tiştekî gotîye û ew tişt jî ev e: Me got ku doza me dewa partîyê nîne, dewekî me heye û em ê jî bi îzna Xwedê wê dewa xwe ji mirovan re bibin, me dewa xwe di bernameya partîya xwe de jî îzah kirîye. Cihên ku em diçin li wê derê jî ger ku bi çapemenîyê nebe jî em bi vê şeklê di eywanan de rû bi rû ji însanên xwe re qal dikin, ji wan re armanca dewa xwe û ka gelo dewa me çîye dikin û ji bona ev tiştê jî micadele dikin.”
HUDA PAR çî ye?
Yapicioglu ji pirsên “HUDA PAR çî ye? Çawa li meseleyan dinhêre, ji bona meseleyên memleketê re çareserîyên çawa dibêje an jî nêrîna me yê ji meseleyê re li gorî nasnameya me çî ye û çawakî ye, nêrîna me ya ji jiyanê re çî ye, nêrîna me ya li tiştan çî ye, nêrîna me ya kaînatê çî ye, nêrîna me ya ji sîyaset û dewletê re çawakî ye, em ji azadîyê çi fêhm dikin, dema ku em qala mafên bingeh û azadîyê dikin em çawa navê van tiştan tijî dikin, polîtîkaya me ya aborîyê çî ye, em ji sîyaseta derve re çawa nêrîn dikin, bawerîya me ya ji minasebetên navneteweyî çawa ye?” bersiv da û gotinên xwe weha domand.
“Mirovayî îro di nav rewşa nearam de ye. Mirovatîya ku nasnameyê wê xira bûye nasnavê xwe digere, rêyekî çareserîyê digere. Ger ku mirov vegere li fitratê xwe, navê xwe ew ê ji vê rewşa nearamî û ji vê çela ku hatîye avêtin derkeve. Bi tenê ewê bi xwe xelas neke, ew ê bi îzna Xwedê ji komên ku hêvîya xelasîyê ne re jî bibe hêvî, ji vê şunda jî ew ê wezîfeya xelaskirina wan jî bigre ser xwe. Lê ji bona ev tişt jî pêşî lazim e ku em vegerin fitratê xwe, navê xwe, qodên xwe yên ku em hatine xuliqandin, wek ku hun fêhm bikin lazim e ku em vegerin ser eyarên xwe yên febrîkeyê. Nêrîneke li nêrtina ji jîyanê re ku Rojava ji me re empoze kiriye hebû ku ew jî ‘mirov gurê mirov e’, qanûna jîyanê ya bingeh herb e, micadele ye. Hetta dibe ku we jî ferq kirîye… zimanên wan mirovên ku li ser van ‘erdan mezin bûne, av û nanê van ‘erdan xwariye û vexwariye, hewaya vê ‘erdê hilmandine, dibe ku bi serwetê vê welatê bûye xwedîyê mal û milk, bûye xwedîyê meqam û mewkîyek, bûye Rojavayîbûn, ew qas dinyewîbûn bûye ku, ew qas sekuler bûye ku dema ku yek rehmet bike û xebera wê kesê bidin hev ji hevdû re dibêjin ku ’felankesê ku bi mirinê re herbê dikir herbê winda kir’ an jî dibêje ku ‘micadeleyê winda kir’… mixabin zimaneke ewakî, nêrîneke ewakî her roj girêk bi girêk tê weşandin. Di malên xwe de li qenalên belgefîlman binhêrin, dema ku derheqê tebîet an jî candarek de belgefîlmek dikşînin, li wê derê ev şîara ku qanûna bingeha jîyanê li alîyê micadele, herb û berberîye hindik bi hindik dikin nav serê me. Halbûkî qanûna bingeh; li ser herb, berberî û xwarina hevdû nîne, jîyan; bi piştgirtîya hev kirin û piştevanîya hev xweş e û di ‘eslê xwe de bingeha qanûnê jî gerek ev be.”
Yapicioglu, di berdewama axavtina xwe de got ku HUDA PAR tenê ne partîyek e, ev ê ku em bi nav bikin ev ê herî rast ev e ku ew hereketeke sîyasî ye.
Yapicioglu derheqê armanc û unsûrên partîya xwe de jî agahîyan da û weha got, “Em dema ku derketin rê me îlan kir. Em di vê bawerîyê da ne ku edalet fedayê tu tiştekî neyê kirin. Em gotina tu kesên ku xirakirina tenduristîya eql, rih û bedena civakê û xirakirina fikrên civakê bi azadîyê nahesibînin û nasnakin. Em bawerîya ev tiştê ne ku gerek tedbîrên azadî, perwerdehî, tenduristî, ewlehî û heqê jîyankirina bi mirovatî ya welatîyan ji teref dewletê ve bê girtin. Em bawerîya vê tiştê jî nakin ku tu kes an jî sazîyek bi mal û serwetên xwe zirarê bide kesekî an jî sazîyekî û ev heqê di xwê de bidîne. Me armanca xwe yê ew ê yekemîn yê pêşîvanî îlan kiribû ku edalet ji nû ve bê damezirandin û terazîya edaletê yê ku xirabûye jî bê temîrkirin. Armancên me yên dinê jî hebûn. Çibûn ew? Dema ku em bi sernav bidin rêzandin ewakî ye;
- Dewletê û sîyasetê ji nû ve bidin şayesandin, ji wê re anîtina terîfeke nû ye,
- Rûmet û hêjayîyên bingeh yê civakê, barkirina sîyasetê û micadelekirina hakimkirina wê,
- Xelqê, milletê ne ji sîstemê re, sîstemê ji rûmet û qîmetên xelqê re bikin wek haleke aştîyê,
- Ji bo vejîna nirxên xwe yên ku bi zanebûn an jî bêhiş hatine valakirin û nirxên mirovî û îslamî yên ku me dike em in û wan bikin jiyanê, ewlehiya dîn, can, mal, hiş û nifşê mirovan bikin ewlehîyê.
- Ji bo naskirina rasteqîn a maf û azadiyên bingehîn ên mirovan, rakirina astengên li pêşiya azadiya bawerî û îbadetê,
- Ji bo çareseriya meseleya kurd li ser esasê edaletê.
- Rawestandina exlaq û gendeliya exlaqî, dabînkirina dabeşkirin û dadperwerî, ji holê rakirina neheqiya di dabeşkirina dahatê de û belavkirina refahê li bingehê.
- Ji bo aştiya civakî û ewlehiya civakî, ji bo ku daraz adil, serbixwe û bêalî be, dadmendî bike navenda têkiliyên derve, bi cîranan re li hev bike.”
Yapicioglu, di dawîya axavtina xwe de weha got, “Micadelekirina bi çilvirana exlaqî, bêmenewîyatî, tiştên ku civakê îfsad dike re, ji sîyasetê re qezenckirina fezîlet û îtîbarê, dewa me ye, armanca me û prensîpên me ne. Dewa me azadî ye, hurrîyet e, edalet û heqî ye, dawîbûna zilmê ye, hizûr e, aştî ye, pevgirtina mirovan e, biratî ye… Armanca me ev e. Em bi mirovên ku di van armanca de bi me re ne re bi îzna Xwedê heta ku Xwedê Teala qewetê bide me û qasî taqeta me hebe, heta ku hilma me qîm bike bibirryarin ku bi wan re bimeşin. Xwedayê me bila rêya me, bextê me ve bike.” (ÎLKHA)
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.