Çeteyên cihûyî êrîşê gundê Filistînîyan kirin

Çeteyên cihûyî êrîşê gundê Filistînîyan kirin

Di bin parastina rejima sîyonîst de ji gundê Dumaya ku li başûrê Nablusa îşxalkirî ye re êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 3 kes birîndar bûn, 2 cotgeh û 5 wesayît jî zerarê dîtin.

Hat îfadekirin ku doh êvarê nêzê 300 heb çeteyên cihûyî, avêtin ser gundê Dumayê.

Çeteyên cihûyî, di êrîşê de 5 wesayît û 2 cotgehan şewitandin. Gundî bersivê êrîşê dan û wan ji gund derxistin.

Di dema pevçûna gundî û çeteyan de ciwanekî 35 salî û zilamekî 45 salî birîndar bûn, xeyn ji vana zarokekî 17 salî jî ji çavê xwe birîndar bû.

Mirovên Filistînî, ji teref Hîva Sor a Filistînê ve ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Rayedarên bireveberîya mehellî, îfade kirin ku di dema êrîşê de artêş û polêsên hêzên îşxalker li alîyê têketina gund bûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.