Derbarê lêdana vaksînê ya ji bo mamoste û xebatkarên mekteban de daxuyanî
Wezîrê Perwerdehîyê yê Tirkîyê Ziya Selçuk derbarê mijarê de destnîşan kir, sepana vaksînê berdewam dike û 425 hezar û 430 mamoste û xebatkarên mektebê daxilî randevuya vaksînê hatine kirin.
Wezîr Selçuk derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir. Selçuk di dauxyanîya xwe de destnîşan kir, ji bo mamaste û xebatkarên me yên mektebê sepan berdewam dike û dû re wuha li axavtina xwe zêde kir: “Heta niha 425 hezar û 430 mamoste û xebatkarên mektebê daxilî randevuya vaksînê hatine kirin.”
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.