
Di operasyona li dijî DAÎŞÊ ya li 21 bajaran de 164 şikdar hatin binçavkirin
Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir ragihand ku li dijî DAÎŞê di 21 bajaran de di operayona “Gurz-44” a hefteyeke dawî hat meşandin de 164 şikdar hatin girtin.
Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir derheqê operasyonan de agahî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî belavkir.
Yerlîkaya got, ku li dijî DAÎŞê di 21 bajaran de di operayona “Gurz-44” a hefteyeke dawî hat meşandin de 164 şikdar hatin girtin.
Di encama operasyonan de çekê bêruhset, tifeng û gelek materyalên dîjîtal hatine bidestxistin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.