
Di pevçûnên li Kongoyê de hejmara mirîyan derket 3 hezaran
Di pevçûnên ku navbeyna hêzên ewlehiyê ya Komareya Demokratîka Kongoyê û Hereketa 23ê Adarê (M23) ji bo bajarê Gomayê derket de hejmara kesên mirina derket 3 hezaran.
Vîvîan van de Perreyê Alîkarê Temsîlkarê Taybeta Berpirsîyarê Operasyon û Parastina Mîsyona NYyê ya Komareya Demokratîka Kongoyê diyarkir ku di demên dawîn de ji kolanên Gomayê nêzî 2 hezar cesed hatine topkirin û 900 cesed jî di morgên nexweşxaneyên cuda de ne.
Perre diyarkir ku di gelek herêman de cesed li benda topkirinê hene, wê hejmara mirîyan zêdetir bibe û Rêxistina Sihhetê ya Dinyayê endîşedare ku şewb derkeve.
M23yê ku gelek herêmên Bakur-Kîvûyê li rojhilata Komareya Demokratîka Kongoyê ye bi destxistiye, herî dawîn paytexta wilayetê Gomayê jî girt û walîyeke şande wir. M23 2 roj berê agirbest îlankir lm hukûmeta Komareya Demokratîka Kongoyê diyarkir ‘îlankirina agirbesta yekalî ya îsyankaran propaxandayeke xapînere” û pevçûn didome. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.