Ekvadorê ji ber şewata daristanê rewşa awarte îlan kir

Ekvadorê ji ber şewata daristanê rewşa awarte îlan kir

Li Quîtoya paytexta Ekvadorê ji ber sedemên şewata daristanê, rewşa awarte hat îlankirin.

Hat îfadekirin ku şewat 3 roj e berdewam dike.

Serokê Şaredarîya Quitoyê Pabel Munoz, daxuyand ku li bajêr ji ber şewatê rewşa awarte hatîye îlankirin.

Li bajara ku ji ber şewatê 6 mal bûn wek xwelîyê, 170 xanî hatin tehlîyekirin, 2 îtfaîyevan û 2 jê zarok tev de 4 kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku ev şewat di nav çend salên dawîn de şewata herî mezin e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.