Gundîyên ku îstîlayê kêçan bûn ji rayedaran li hêvîya alîkarîyê ne

Gundîyên ku îstîlayê kêçan bûn ji rayedaran li hêvîya alîkarîyê ne

Li Dîyarbekirê gundîyên 110 xanîyên wn hene ku bi kêçan re micadeleyê dikin û nikarin li ser wan serfiraz bibin ji rayedaran li hêvîya alîkarîyê ne.

Gundîyên ku ji Xeta Whatsapp a ÎLKHAyê re peyaman şîyandin, diyar kirin ku ew ji şaredarîya navçeyê re xeberê dane lê tu gavekî nehatîye avêtin.

Hat îfadekirin ku piranî di malbatên ku bizinan xwedî dikin de ev kêçan xanê dikin, zarokên wan xwe duxrînin û di canên wan de jî birîn çêdibin.

Gundîyên Xirbê Sitîlê, diyar kirin ku di danê sibehê de li gorî îmkanên xwe dermanan davêjin, êvaran jî hinek cîhan dişon lê dîsa jî nikarin serî bi kêçan re derkevin.

Ji teref gundîyan ve hat îfadekirin ku bi taybetî di demên êvarê de ew ji teref kêşan ve tênê gezkirin, di vî warî de ji şaredarîya navçe û midurtîya tenduristîyê ya navçe daxwaz dikin ku bira çareserîyek bibînin.

Malbatên ku diyar kirin ji ber ev kêçeyan xew nakeve çavên wan, ger ku ji ev meseleyê re çareserîyek neyê dîtin ew ditirsin ku li hemû gund ev bûyer bê dîtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.