Guterres: Ev 10 sal in ku dinya xwîna ku li Sûrîyê tê rijandin temaşe dike
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres derbarêşerê li Sûrîyê de daxuyanîyek belav kir.
Guterres di daxuyanîya xwe ya ku ji ber 10emîn sala şerê li Sûrîyê, da endamên çapemenîyê de destnîşan kir: “Xwepêşanên ku berî vê 10 salan bi şikleke aştîyane dest pê kirin li rasta tundîyê hatin û di encamê de şereke bêdawî det pê kir. Di encama vê herbê de bi sed hezaran Sûrîyeyî mirin û bi milyonan Sûrîyeyî jî ji cihên xwe bûn.Dîsa di vê herbê de bi hezaran kes hatin girtin, îşkence li wan hat kirin. Talan û taxrîbata li Sûrîyê bi gotinan nayê îfadekirin. Ev 10 sal in ku dinya xwîna ku li Sûrîyê tê rijandin temaşe dike.”
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.