Ji HUDA PARê rapora lêkolîna herêma erdhejê

Ji HUDA PARê rapora lêkolîna herêma erdhejê

Hat diyarkirin ku rapor ji bo der barê çalakiyên piştî erdhejê hatin kirin de bên agahdarkirin û li cihê bûyerê çavdêrîkirin û tesbîtkirina rewşê hat amadekirin.

Navenda Giştî ya HUDA PARê, di derbarê erdhejên 6ê Sibatê ya ku navenda wê Mereşê ye de "Rapora lêkolîna herêma erdhejê" ya berfireh hat amadekir û bi raya giştî re parvekir.

Hat diyarkirin ku rapor ji bo der barê çalakiyên piştî erdhejê hatin kirin de bên agahdarkirin û li cihê bûyerê çavdêrîkirin û tesbîtkirina rewşê hat amadekirin.

Hin beşên raporê wisa ye:

RAPORA ERDHEJÊ YÊ HUDA PARÊ

Di 6ê Sibata 2023an de li navçeyên Bazarcix û Elbîstana mereşê bi lerza 7,7 û 7,6an erdhejên pêk hatin li 11 parêzgehan wêraniyên mezin çêbûn û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev karesata mezin bi êş derxist holê ku bajar, herêmên gundewarî û binesaziya Tirkiyeyê bi têra xwe ji bo felaketên xwezayî yên wekî erdhejê ne amade ne.

Bi talîmata Serokê me birêz Zekeriya Yapicioglu Navenda Koordînasyona Afetê hat avakirin û 12 ekîbên ku di bin serokatiya Alîkarê Serokê me de hatin avakirin li qadê xebatên aktîf dan destpêkirin. Di navbera 6ê Sibat û 15ê Adara 2023an de li 11 parêzgeh, 59 navçe û hezar û 496 taxên gundewarî bi rayedar, muxtar û mexdûrên erdhejê re yek bi yek hevdîtin hatin kirin. Li Semsûr, Mereş, Hetay û Meletiyê rojane ji bo 50 hezar kesî xwarinên germ hatin amadekirin û li kon û gundan hatin belavkirin.

Di pêvajoya teslîmkirina xanîyande tê armanc kirin ku heya dawiya sala 2025an biqede. Lê divê li parêzgehên wekî Hetay, Mereş û Meletiyê pêvajoya teslîmkirinan bi lez bê kirin û bi taybetî giranî li ser teslîmkirina kargeh û malên gundan bê dayîn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.