Ji Neteweyên Yekbûyî hişyarî

Ji Neteweyên Yekbûyî hişyarî

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres cardin derheqê guherîna îqlîmê de hişyarîyan kir. guterres destnîşan kir dinya ber bi felaketekê ve diçe.

Sekreterê Giştî Yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres bi rêxistinên civakên sîwîl ên ku di warê îqlîmê de derdikevin pêş re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê nirxandinan kir.

Guterres destnîşan kir ger polîtîkayên mewcûd bên domandin ew ê germahî 2.8 derece zêde bibin ku ev yek jî tê maneya felaketê.

Guterres her wisa destnîşan kir ji bo germahî bi 1.5 dereceyî bê sînordarkirin divê karbon ji sedî 45 bê kêmkirin û ji bo vê yekê jî divê gavên bi lez bên avêtin.

Guterres di berdewama nirxandina xwe de bang li rayedaran kir û destnîşan kir divê dinya ji bo vê yekê berê xwe bide wan ardûyên fosîl da ku ev rîska felaketê bê kêmkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.