Kerwana Umudê ji Misirê kamyonên alîkariyên mirovî şandin Xezzeyê

Kerwana Umudê ji Misirê kamyonên alîkariyên mirovî şandin Xezzeyê

Kerwana Umudê ya ku ji bo Xezzeyê xebatên xwe yên alîkariyê didomîne, bi kamyonên alîkariyê yên însanî yên ku li Misrê amade kiribûn ber bi Xezzeyê ve bi rê ketin.

Karwana Umudê ya ku piştî Tofana Eqsayê ya di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kir, li hemberî qirkirina rejîma îşxalker a li ser Xezzeyê bêdeng namîne û bênavber xebatên alîkariyê li herêmê didomîne, piştî agirbesta ku di 19ê Çile de ket meriyetê xebatên xwe yên alîkariyê jî zêde dike.

Ekîba Kerwana Umudê ku li Misirê bû ji bo kordînekirina alîkariyên ku ji bo Xezzeyê bên şandin, berhemên xwarinê yên curbecur, nivîn, cil, pêlav û berhemên cil û bergan ên zivistanê ku berê dihatin peydakirin û li depoyeke li nêzîkî paytext Qahîreyê dihatin ragirtin, paket kirin û li ser kamyonan siwar kirin da ku bi rêya Deriyê Sînor ê Refahê derbasî Xezzeyê bibin.

Alîkarê Serokê Kerwana Umudê Cafer Okmen der barê xebatên xwe yên alîkariyê de ji nûçegihanê ÎLKHAyê re axivî û got:

“Em niha li embara barkirinê ya li Qahîreyê ne. Me berê sewqiyata xwe di ser Urdunê re dikir. Niha eger Xwedê destûrê bide, emê sewqiyata xwe ji Misir û Qahîreyê bikin. Di kamyonên me de berhemên cilûbergên zivistanê, pêlav, pîjama, şal û fasûlî, ard û pakêtên xwarinê hene. Bi hêviya ku em wan bi şeklê konvoyekê ber bi Xezzeyê bişînin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.