
“Konteynerên ku li herêma erdhejê vala bûne bila bên şandin Xezzeyê”
Serokê Giştî yê Karwana Umudê Cengîz Kurtaran di salvegera erdhêja Mereşê de li Semsûrê erdhejzedeyan zîyaret kir, Kurtaran bangî hukûmetê kir û got ku piştî ku xanîyên komalî hatin çêkirin konteynerên ku vala manê bila ji Xezzeyê re bên şandin.
Ji ser erdhejên ku di 6ê Sibata 2023an de ji navenda Mereşê li 11 bajaran pêk hat 2 sal derbas bûn.
Li herêma erdhejê heta niha 169 hezar û 171 xanî, 147 cihê karê û 32 hezar û 260 xnaîyên gundr bi tevahî 201 hezar û 580ê xanî hatine teslîmkirin.
Tê gotin ku wê heta dawîya 2025an wê 258 hezar û 859 xanî, 31 hezar û 307 cîhê kar û 62 hezar û 817 xanîyên gund temamî 452 hezar û 983 xanî wê bên teslîmkirin.
Serokê Giştî yê Karwana Umudê Cengîz Kurtaran ji bo piştî ku xanîyên komalî hatin çêkirin konteynerên ku vala manê û tê îddîakirin ku tên firotin xurdefiroşan bila ji Xezzeyê re bên şandin bangî hukûmetê kir.
“Ger konteyneran bên şandin Xezzeyê wê kêmasîyeke mezin ji holê rake”
Kurtaran wisa peyivî:
“Em aniha di sala duyemîn a erdhejê de ne. Me zêdeyî 50 hezar canê xwe winda kir. Xwedê rehmetê bike temamê canên me. Dibe ku hin birayên me ji ber erdhejê hê jî tedawîyê dibînin. Xwedê şîfaya acîl ji wan re bişîne. Elhemdulîllah li herêma erdhejê di pêvajoya 2 salan de bixwevehatineke baş çêbûye. Birayên me yên vir vegerîyane jiyana xwe ya normal. Em weke Karwana Umudê bangî hukûmetê dikin. Piştî ku xanîyên komalî hatin çêkirin konteynerên ku vala manê bila bilez ji Xezzeyê re bên şandin. Heqîeten jî ev îhtîyaceke mezin e û wê kêmasîyeke mezin ji holê rake. Çimkî birayên me yên li herêma erdhejê ne ketina xanîyên komalî. Dewsa ku konteynerên vala bûne berhewa biçin bila bên şandin Xezzeyê re. Ger hewcebe him Karwana Umudê û him jî Sazîyên Civaka Sivîl ji bo barkirin û heqrêyên konteyneran wê alîkarîyê bikin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.