Lawikê dayikeke din ji PKKê revîya û gihaşt diya xwe
Onur Hanê ku berî vê 6 salan ji teref PKKê ve hat revandin û hat birin li serê çiyê vegerîya.Dayika bi navê Selma Han ev bû 522 roj ku ji bo lawê xwe li ber avahîya HDPê nobedê digirt.
Malbatên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatine revandin li ser çiyê ev bû 522 roj ku ji bo zarokên xwe li ber Avahîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê nobedê digirin.
Onur berî vê çend rojan li Şirnexê teslîmî cendirmeyan bûbû û ku îro wî anîn Diyarbekirê û ew û dîya xwe hevdû dîtin.
Di 22ê Tebaxê de dayika bi navê Hacîre Akar ji bo lawê xwe Mehmet Akarê ku hatibû revandin li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakî dabû destpêkirin û piştî 4 rojan lawê wê lê vegerîyabû.Piştî vê qonaxê dayikên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatibûn birin serê çîyê li Diyarbekirê çalakî dan destpêkirin ev çalakîya wan ev 522 roj in ku bênavber berdewam dike.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.