
Li Bedlîs, Wan, Mûş û Hekkarîyê rêya 988 gund û gundikan ji ber berfê hat girtin
Hat ragihandin ji ber berfa ku zêde dibare li Bedlîs, Wan, Mûş û Hekkarîyê rêya 988 gund û gundikan ji hat girtin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Bedlîsê rêya 219 gundan, li Wanê rêya 74 gund û 161 gundikan, li Mûşê rêya 250 gundan û li Hekkarîyê jî rêya 284 gund û gundikan ji ber berfê hat girtin.
Ji bo rêyên ku hatine girtin bên vekirin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.