Li Brezîlyayê ji ber Coronavîrusê 1910 kesên din jî mirin
Wezareta Tenduristîyê ya Brezîlyayê daneyên dawî yên Coronavîrusê bi raya giştî re parve kir.
Li gorî daneyên ku hatine belavkirin di 24 seatên dawî de 71 hezar û 602 kes bi Coronavîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 10 milyon û 722 hezar û 221 kesan.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di rojekê de 1910 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 259 hezar û 402 kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.