Li Brezîlyayê ji ber Coronavîrusê 636 kesên din jî mirin
Wezareta Tenduristîyê ya Brezîlyayê daneyên dawî yên Coronavîrusê bi raya giştî re parve kir.
Li gorî daneyên ku hatine belavkirin di 24 seatên dawî de 23 hezar û 439 kes bi Coronavîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 9 milyon û 548 hezar û 79 kesan.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di rojekê de 636 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 232 hezar û 170 kesî.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.