Li Çewlikê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn
Li Çewlikê ji ber barîna berfê li 3 gund, bajarokek û navnedekî ji perwerdeya çûnûhatinê re 1 roj navber hat dayîn.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Çewligê ve hat dayîn de weha hat gotin: "Ji bo xwendekarên me yên ku li navçeyên Adakli, Kîxî û Yayladere, bajarokê Sancak û navenda Sûdukê yên diçin dibistanên bi otobusê perwerdehîya bi otobusê tê dayîn, ji bo ku li hemberî qeşayê û talûkeyên ku di çûn û hatinê de çêdibin tedbîr bên girtin. Ji ber barîna berfê ya zêde û şert û mercên nebaş ên hewayê li seranserê bajarê me roja duşemê 23.12.2024an 1 roj hat rawestandin. Di heman rojê de personelên me yên astengdar û ducanî yên ku li navçeyên me yên navborî di sektora kamuyê de dixebitin, li bajarokê Sancak û gundê Merkez Sûdûkê jî dê di heman rojê de ji bo îxracata îdarî bên dîtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.