Li Brezîlyayê balafir qeza kir: 10 mirî
Li başûrê Brezîlyayê balafireke biçûk ket xwarê, di encama qezayê de 10 kesan canê xwe ji dest dan.
Li Gramadoya li wîlayeta Rio Grande Do Sula Brezîlyayê balafirekî biçûk li alîyê herêma şênîyan ket xwarê.
Di qezayê de 10 kesên ku di nav balafirê de bûn canê xwe ji dest dan.
Rayedaran, destnîşan kirin ku li cîhê ku balafir ketîye xwarê agir derketîye û 15 kes jî ji dûmanê tesîrdar bûne.
Hat destnîşankirin ku balafir serê ewil li bana avahîyekî û dûre jî li qata duyemîn ya avahîyekî dinê ketîye û li ser serê dikanekî mobîlyayê ketîya xwarê.
Sedema qezayê hêj nayê zanîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.