Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 2 milyon û 543 hezaran
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 2 milyon û 543 hezar û 314 kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 2 milyon û 543 hezar û 314 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 114 milyon û 689 hezar û 757 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 525 hezar kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.